39 sal di ser paþvekiþandina nifûsên kurdan li Sûriyê re derbasbûn.
Ji roja ko, dewleta Sûriyê hatiye damezrandin û ta niha, hikumetên nijadperest li Sûriyê hewildidin ko, her hebûneke ne erebî li welêt nehêlin. Herwekî ligora peymana Sayks-Pîkoyî, perçeyekî Kurdistanê ketibû nav sînorên Sûriyê û kurd bi jimara xwe bibûn milletê diwemîn piþtî ereban û herwekî ligora hemû peyman ên navnetewî yên mafên meruv û gelan ko, Sûriye imza xwe avêtiye bin, gerek kurd bibin xwediyê mafên xwe yên millî, lewra pirsa asimîlekirina kurdan û windakirina hebûna wan a dîrokî, wek xak û millet li welêt, bibû armanceke stratîcî ji þovenên ereb re. Ji hingê ve hikumetên Sûriyê dest bi xerakirina faktên dîrokî û objektîv ên girêdayên milletê kurd kirine û nasnameya wî biher awayî diçewisînin. Lewra jî destûra Sûriyë hebûna 2,5 kurd li welêt nasnake û wan Jî wek hemû kêmnetewên din, berevajî îrade û daxwaza wan, ereb dinivîse.
Çawa bandora partiya Elbaas fireh bû û bahweriyên wê ketin nav civat û dewletê, pêre jî helwestê fermî bêtir bal þovenîzmê ve çû û navê dewletê guhertin û kirin komara erebî ya Sûriyê.
Ligora destûra Elbaas ko, dixwaze bi darê zorê çand û nasnameya kêmnetewan winda bike û pirsa netewî bi rêya asimîlekirin û veþartinê çareser bike, M. Teleb Hilal ko, berpisyarekî Elbaas bû, sala 1962 an , di pirtûka xwe ya kirêt de kurd wek milletekî bê çand, kultûr û dîrok nasandide û windakirina wan a bi her hawî dozeke erebî ya rawa, pêwîst û aktwêl dibîne.
Roj bi roj dolaba çewisandinê tundtir bû, ziman, çand, dîrok û nasname ya kurd dane ber xwe. Rêxistin û komeleyên kurdan hatin girtin û kedexekirin, cemawer, rû bi rû, ket ber þerekî psykolocî, aborî û siyasî yê hovane, herêmên kurd (Cizîrê, Kobaniyê û Çiyayê kurd) ketin bin siyaseta ewarte, tekoþer û rewþenbîr ên wan ketin bin terror û zindanan. Helbet armanca vê yekê, hingê wek niha, her çavþikandin û belavkirina kurdan e, û pêre lipaþxistina herêrman û guhertina wan a demografî ye.
Nimûneya siyaseta nijadperest û dijwar a ko, rojane lihemberî gelê kurd tête gerandin ”Kembera erebî” û bênifûskirina kurdan e.
Wek tê zanîn, di 5.10.1962 an de, ligora fermana 93 an a wê salê, dewletê nêzî 150 hezar kurd li Cizîrê ji hemwelatiya Sûriyê avêtin. Îro jimara wan bi ser 250 hezaran re ketiye. Ligora statistika fermî, sala 1996 an, hikumet, bi xwe, bi 142465 kesan mikor hat. Ev rebenên ”ecnebî û mektum” ên kurd ji hemû mafên xwe yên sivîl û þarestanî pê parin. Ew bê nifûs û pasport in, nikarin kar bikin yan herin zanîngehan, çênabe li hotêlan razin, milkan yan mekînan bikerin, mafê þîkirinê yan nivîsandina zarokên xwe li ser nav ên xwe ji wan re tune ye. Piþtî vê talankirinê hikumetê dest danî ser xanî yên ko, di destên wan de mabûn û ew mecbûrî dayîna kirê dike. Ev xelkên belengaz hemû rojên xwe di bin çewisandineke hovane ya nijadperest a bê hempa de derbas dikin. Ev 39 salin ko, dinya li wan teng bûye, welatê wan li serê wan bûye zindaneke mezin û kes bi hewara wan ve nayê.
Her çi ”Kembera erebî” ye, hîn sala 1966 an, hikumeta baasî ya nijadperest, bi çavsorî zevî û erzên kurdan seranserî sînorê Turkiyê, li herêma Cizîrê ji wan stendin û sala 1973 an, li hin eþîrên ereb ên herêmên Heleb û Reqayê belav kirin û gundê modêrn jiwan re li nav kurdan avakirin.
Ev hemû cewherê siyaseta fermî ya hemberî gelê kurd û pirsa wî li Sûriyê nîþan dide. Ev yek , ne tenê lidijî hemû peyman û belgeh ên navnetewî ne, lê herwiha berevajî raya giþtî ya cîhanî û prînsîpên mafên meruvan e. Ev hîç li wî kirasê ko, Sûriyê, niha bi derewan dixwaze li xwe ke, nagunce.
Îsal 39 sal di ser avêtina kurdan ji hemwelatiya Sûriyê re derbas dibin. Em bi vê hevkeftinê ji hikumeta Sûriyê doz dikin ko:
1- Nifûsên kurdan li wan vegerîne û wê xisara ko, ji ber vê çavsoriya nijadperest li wan bûye, li wan vegerîne;
2- ”Kembera erebî” rake, zevî û erdên kurdan li wan vegerîne û erebên li wir bicihkirî vegerîne warên wan ên berê;
3- Kurdan wek netewa diwem li Sûriyê nasbike û ninurên wan têxe dezgehên perleman, hikumet û dadgehan;
4- Kurdî wek zimanê diwem li herêmên kurdî nasbike;
5- Budcêteke taybetî jibo lêkirin û pêþvebirina herêmên kurdî destnîþan bike;
6- Sîstêma xweîdarekirênê li herêmên kurdî bicih bike.
Her kes dizane ko, çareserkirina pirsa kurdî pîvana hemû guhertinên demokratî û meruvanîyê li Sûriyê ye. Jibo ko, Sûriyê mecbûrî berpirsyariya xwe bibe, dev ji çewisandina gelê kurd berde û zulm û çavsoriya li cemawerên kurd dike, rawestîne, gerek civata navnetewî jî bi hewara belengazên kutd ve bê, zor û fiþara xwe hemberî Sûriyê, bêderengî, bikarbîne.
Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê
Rêxistina Ewropayê
Êlona 2001 an